ŞûnedevEwa ku piştî jê hatibe vexwarin di firağê de maye
Esl di şûnedevan de teharet e; lêbelê heke delîlek necaseta wê nîşan bide, ew cuda ye. Ew jî wekî yên ku tên e;
1. Şûnedevên tahir
a. Şûnedeva mirovan e:
«Lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] ji şûndeva Aîşe [Xuda jê razî be] vedixwar û ew jî di heyzan de bû û wî devê xwe datanî ser şûna devê wê». (Mûslim rîwayet kiriye)
B. Şûnedeva kitikê ye:
Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] di bara kitika ku ji firağê vexwaribû de gotiye; «Ew ne necis e; ew ji wan sewalan e ku li ser we digerin, diçin û tên.» (Tirmizî rîwayet kiriye)
Şûnedeva kitik
C. Şûnedevên heywanên ku goştê wan tê xwarin, şûnedeva hêstir [qantir], ker, dehbe û dirindeyên teyran û yên wekî wan e:
Ew tahir in; lewra esl di tiştan de teharet e. Li ser necisbûna wan jî delîlek nîn e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] li keran siwar dibû û di serdema wî de mirov li wan siwar dibûn.
Şûnedeva dirindeyên teyran
Şûnedeva dehbeyan
Şûnedeva kerê
Şûnedeva heywanên ku goştê wan tê xwarin
2. Şûnedevên necis
A. Şûnedeva se ye:
Şûnedeva se
Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Dema se firağa yekî ji we bileqîne, tahirkirina wê ew e ku wê heft caran bişûyê, ya pêşî jî bi axê be.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)
B. Şûnedeva beraz e
Şûnedeva beraz
Şûnedeva beraz necis e; lewra Xuda Teala gotiye; {Yan goştê beraz, bêguman ew pîs in.} [Enam, 145] Yanî ew necis e, tişta ku jê biwelide jî necis dibe.
Tahirbûna însên;
Însan di nefsa xwe de tahir e; hîç ferq nake; çi ew misliman be, lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Mûmîn necis nabe» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.) çi ew kafir be; lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda «dirûd û silavên Xuda li ser wî bin» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.) ji meşka mûşrikekê desmêj girtiye. Herçî ev gotina Xuda ye; {Bes muşrik pîs in} (Tewbe, 28) Daxwaz jê necaseta menewî ye; necaseta îtîqadê ye.