Ewê ku ava wî nîn e
Dema av nebe, yan jî bikaranîna wê zor be, teyemmum wacib e; ji bo wan tiştên ku desmêj ji wan re wacib e, her wekî nimêjê û ew musteheb e, ji bo wan tiştên ku ji wan re [desmêj] musteheb e, her wekî xwendina Qur’anê.
1. Xuda -ezzewecelle- gotiye; {We av nedîtibe bi axake paqij teyemmümê bigrin, rûyê xwe û destên xwe bi wê axê mesih bikin} [Maîde, 6]
2. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Pênc tişt ji min re hatine dayîn, ew berîya min ji ti kesî re nehatine dayîn: Qunağa heyvekê bi tirsê arîkarîya min hatiye kirin. Erd ji min re bi mizgeft û paqij hatiye kirin. Naxwe kîjan zilam ji ummeta min nimêj bigihîje wî, bila nimêj bike.» (Buxarî rîwayet kiriye).
1. Hêsankarî ye ji ummeta Mûhemmed [dirûd û silavên Xuda lê bin] re.
2. Rakirina zirarê ye, ewa ku di hinek rewşan de dibe ku bi karanîna avê hasil bibe her wekî nexweşîyê yan dijwarbûna sermayê û yên wekî wan.
3. Berdewambûna peywendîya bi îbadetê re ye; jê qutnebûna bi qutbûna avê ye.
Lewra Xuda - ezzewecelle - gotiye; {We av nedîtibe teyemmüm bigrin} [Maîde, 6]
Heta însan li avê negere, nayê hesabkirin ku av
nîn e.
Ewê ku ava wî nîn e
Her wekî yê nexweş û ew yextiyarê ku nikare tevbigere û li cem wî jî kes nîn e, ji bo desmêjê arîkarîya wî bike.
Ewê emr mezin
Yê nexweş
Ev jî ji wan e:
a. Ew nexweşê ku avê bikar bîne, nexweşîya wî dê zêde bibe.
b. Ew şexsê ku di dijwarîya sermayê de ye û li cem wî tiştek nîn e ku pê avê germ bike û zena wî ya xurt ev be ku heke ew xwe bişoyê, ewê nexweş bikeve. Lewra «sabit bûye ku dema wî ji ber dijwarbûna sermayê bi teyemmumê li pêşîya hevalên xwe nimêj kiribû, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew ji ‘Emr kurê ‘As re iqrar [qebûl] kiribû.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).
c. Dema ew li cihekî dûr be, li cem wî aveke hindik hebe, ji bo vexwarinê îhtiyaca wî jî pê hebe û ew nikare dîgerê wê jî hazir bike.
1. Ewê careke tenê destê xwe li axê bide.
2. Paşê ewê pif bike wan da ku tozê ji wan sivik bike.
3. Paşê ewê bi wan careke tenê rûyê xwe mesih bike.
4. Paşê ewê zahirê destên xwe mesih bike; paşê ewê bi batinê destê çepê zahirê rastê xwe mesih bike. Paşê bi batinê destê çepê zahirê çepê mesih bike.
Delîla sifetê teyemmumê:
Hedîsa ‘Emmar [Xuda jê razî be] ku gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] herdu destên xwe li erdê dan, pif kir herduyan, paşê bi herduyan rûyê xwe û herdu destên xwe Mesih kirin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine).
1. Nîyet e.
2. Mesiha rû ye.
3. Mesiha herdu destan e.
4. Tertîb e; ewê bi mesiha rû dest pê bike, paşê jî destên xwe.
5. Peyhevbûn e; ewê piştî mesiha rû yekser herdu destên xwe mesih bike.
1. Hebûna avê ye.
2. Peydabûna tiştekê ye ji yên ku desmêjê dişikînin her wekî derketina bayê.
3. Peydabûna tiştekê ye ku ew şûştinê wacib dike, her wekî îhtîlamê.
4. Nemana wî uzrî ye ku ji bo wî teyemmum hatiye danîn her wekî nexweşî û yên wekî wê ne.
Hebûna avê ye
Axa erdê di navbera zerreyên xwe de maddeyeke tahirker dihewîne. Ev madde, dikare bi her cureyên wan ve mîkroban ji holê rake. Ew dikare her mîkrob û vîrûsê ji holê rake.
1. Nimêja bi teyemmumê -li cem nekarîna bikaranîna avê- ji wê nimêja ku mirov bi desmêjê nimêj bike û di xwe de jî mîz û gû hebs bike, çêtir e.
2. Teyemmum li ser dîwar, seccade û yên wekî wan ne caiz e; heke li ser wan ax nebe.
3. Ji bo mirovê bi teyemmum mûbah e ku ew bi teyemmumekê heta bive, nimêjên ferz û nafîle bike; heta tişteke ku wê bişikîne, neyê.
4. Ewê bi desmêj sehîh e ku li pey yê bi teyemmum nimêj bike; lewra «dema wî ji ber dijwarbûna sermayê bi teyemmumê li pêşîya hevalên xwe nimêj kiribû, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew rewş ji ‘Emr kurê As re iqrar kiribû». (Ebûdawud rîwayet kiriye).
5. Ewê teyemmum bigre û pê nimêj bike, paşê berîya derketina wextê avê bibîne, ewê nimêja xwe îade neke.
Lewra ji Ebû-seîd el-Xudrî [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Du zilam derketibûn seferekê, dema nimêjê hatibû, bi wan re av jî nebû. Herduyan bi axa tahir teyemmum girtibû û nimêj kiribû. Paşê di wextê wê de wan herduyan av dîtibû, yekî ji wan desmêj û nimêj îade kiribû û yê din jî ew îade nekiribû. Paşê ew herdu hatibûn cem pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] û ew jê re vegotibûn. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji wî zilamê ku îade nekiribû re got; “te tam wekî sunnetê kiriye. Nimêja te ji te re çêbûye.” Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji wî zilamê ku desmêj û nimêj îade kiribû re jî got; “ji te re du caran sewab heye.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).
6. Kî teyemmum bigre, paşê berî yan jî di esnaya nimêjê de avê bibîne, li ser wî wacib e ku bi wê avê desmêj bigre. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «axa paqij ji mislimanî re tahirker e; çendan ew deh salan jî avê nebîne. Dema ew avê bibîne, bila wê bide çermê xwe. Lewra ew jê re xêr e.» (Tirmizî rîwayet kiriye).
7. Caiz e derengxistina teyemmumê ji bo dawîya wextê ji bo însanê ku hêvîya wî ji dîtina avê hebe. Lêbelê dema ew ji hebûna wê bêhêvî be, jê re musteheb e ku ew di serê wextê de teyemmum bigre. Lewra nimêja qenc, nimêja di serê wextê wê de ye.
8. Dema însan ji derketina wextê nimêjê bitirse, dema ew avê bibîne û karibe wê bikarbîne, teyemmum bi kêrî wî nayê. Lêbelê çendan wextê nimêjê derkeve jî wacib e ku ew desmêj bigre.
9. Tiştek nikare nehêle misliman nimêj bike; heke av nebe, yan jî bikaranîna wê zor be, ewê teyemmum bigre. Heke îmkana teyemmumê jî nebe, ewê bêdesmêj jî nimêjê di wextê wê de bike û ewê wê îade jî neke. Ji vê re “faqîdût-tehûreyn=desmêj û teyemmum herdu nîn in” lewra Xuda Teala gotiye; {Heta ji we were, xwe ji Ellah biparêzin.} [Teğabun: 16]
Bi derbeke tenê destê xwe li axê dixe
1
Pifkirina axê
2
3
Mesihkirina rû
Mesihkirina destê rastê bi destê çepê
4
5
Mesihkirina destê çepê bi destê rastê