Hedes [bêdesmêjî] li ber kirina nimêjê asteng e
Ew paqijbûna qelb e; ji şirk, gunehkarî û hemû tiştên ku dilên mirov perde kirine. Ne mumkin e digel hebûna necaseta şirkê di qelb de teharet çêbibe. Wekî ku Xuda -ezzewecellele- gotiye: {Gelî yên ku bawerî anîne! Müşrik bes ew pîsin, bila pişte vê salê nêzî Mizgefta Heramê nebin. Eger hûn ji xizaniyê bitirsin Xuda -bivê- ji kerema xwe dê we dewlemend bike. Bêguman Xuda ‘Elîm e Hekîm e} [Tewbe, 28]
Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Mûmîn necis nabe!» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)
Ew paqijkirina bedenê ye; ji bêdesmêjî û necasetan
1. Tehareta ji hedesê [bêdesmêjîyê]Hedes: Ew tişta ku li bedenê peyda dibe; êdî misliman nikare wan îbadetên ku teharet ji wan re şert e, bike. Her wekî nimêjê, tewafa Beytûl Heramê û dîgerên wan jî. Hedes jî du beş e:
Hedes [bêdesmêjî] li ber kirina nimêjê asteng e
Ewa ku desmêjê wacib dike her wekî mîzê, gû û ew tiştên din yên ku desmêjê dişikînin. Tehareta ji hedesê jî bi desmêjê çêdibe. Xuda -ezzewecelle- gotiye: {Gelî yên ku bawerî anîne! Dema we xwest nimêj bikin; rûyê xwe û destên xwe digel anişkan bişon, sere xwe mesih bikin, û lingên xwe digel gwîzekan jî (bişon).} [Maîde, 6]
Desmêj ji bo hedesa biçûk teharet e
Ewa ku ğuslê wacib dike. Her wekî cenabetê, heyz û dîgerên van jî.
Tehareta wê bi xwe şûştinê çêdibe. Xuda - ezzewecelle- gotiye: {Eger hûn bi cenabet bin xwe paqij bikin} [Maîde, 6]
Teharet, dema desmêj û xwe şûştin ne mumkin be, ew bi teyemmumê çêdibe. Lewra Xuda -ezzewecelle- gotiye: {We av nedîtibe bi axake paqij teyemmümê bigrin} [Maîde, 6]
Ğusl, ji bo hedesa mezin teharet e
Ew bi jêbirina necasetê ji beden, cil û mekanî çêdibe.
Jêbirina necasetê wacib e. Lewra Xuda -ezzewecelle- gotiye: {Cilê xwe paqij bigire} [Muddessir: 4]
Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Pirranîya ezabê qebrê ji mîzê ye.» (Îbnmace rîwayet kiriye). Dîsa pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye; «Dema yek ji we were mizgeftê bila binêre, heke ew di pêlavên xwe de qirêjê yan ezîyetê bibîne, bila wan mesih bike û bila têde nimêj bike.» (Ebûdawud rîwayet kiriye).
Tehareta cih
Tehareta bedenê
Tehareta cilan
Ewa ku ew bi xwe tahir e û dîgerên xwe jî tahir dike, her wekî:
1. Ava mutleq:Ew av e ku li ser wî sifetê xwe yê ku li ser hatiye xuliqandin dimîne. Ferq nake; çi ew ji asîmanî hatibe xwarê: Her wekî baran, berf û teyrokê.18 Çi jî ew ji erdê bikişe: Her wekî ava behr, çem, baran û rûbaran. Xuda - ezzewecelle - gotiye; {Me ji jor baraneke paqijker barand} [Furqan, 48] Disa Xuda -ezzewecelle - gotiye; {Û ji jor baranek bi ser we de barand}
[Enfal, 11] Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] wiha dûa dikir, digot; «Xudayê min! Bi berf, av û teyrokê ji şaşîyên min bişo.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)
Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] di bara ava behrê de jî gotiye; «Ava wê tahirker e, mirarê wê helal in.» (Ehmed û Ebûdawud rîwayet kirine)
Rûbaran
Baranan
Çeman
Behran
E wav e ku ji azayên desmêjgirî, yan jî xwe şûştî dikeve. Bikaranîna wê di teheraetê zirar nake; lewra ji Îbnebbas [Xuda jê razî be] sabit bûye ku gotiye; «Hinek ji hevserên Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] xwe di legenekê da şûşt. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] xwest jê desmêj bigre, wê jê re got; ya pêğemberê Xuda! Ez bi cenabet bûm. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] jê re got: (Av bi cenabet nabe).» (Tirmizî rîwayet kiriye)
3. Ew ava ku tişteke tahir tevlî wê bûyeEw av e ku tişteke tahir tevlî wê bûye; her wekî pelên daran, yan axê, yan zengarê her wekî depoyên avê lêbelê bandoreke ewqas lê neke ku nehêle êdî jê re av were gotin. Lewra Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] gotiye; «Heke hûn wê bibînin bi avê yan bi sidrê (Sidr, ew pelên dara sidrê ye, ew tê hêran û di paqijkirinê de tê bikaranîn). wê sê caran, yan jî pênc caran bişo û ya dawiyê jî kafûrê bixe navê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)
Ew ava ku ax tevlî wê bûye
V
Zengara depoyên avê
Ew ava ku pelên daran tevlî wê bûne
Dema av bi tişteke ku bandorê lê bike, biguhere û wê ji avîtîyê derxîne û bixe tişteke din her wekî çay, doşav û dîgerên wan, teharet pê çênabe. Lewra êdî jê re av nayê gotin.
Şorbe
Hibr
Doşav
Çay
Ew av e ku tiştek ji necasetan ketiye nav wê, her wekî mîzê, yan mirar û dîgerên wan lêbelê yekî ji sifetên wê neguherîne. Ev av tahirker e. Lewra Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] di bara bîra Budaê de gotiye; «Av tahirker e, tiştek wê necis nake.» (Ehmed û Tirmizî rîwayet kirine.)
Daxwaz jê ev e; mirovan kewaşe û gemar datanîn kêleka bîrê û baranê jî ew dixistin nav bîrê. Av ji ber pirrbûna wê, ketina van tiştan têde tesîr lê nake û wê naguherîne.
Ew av e ku tiştek ji necasetan; her wekî mîzê, yan jî mirarê ketiye nav wê û wê necasetê yek ji sifetên wê; bêhna wê, yan te‘ma wê, yan jî rengê wê guherandiye. Ev cure av, bi îcmaê necis e, bikaranîna wê ne durust e.
Mirara ku av guherandiye
Mirara ku av neguherandiye
1. Di avê de esil teharet e. Naxwe dema avek li wir hebe û neyê zanîn ka ew tahir e, yan jî necis e? Têde esil tahirbûn e, çênabe mirov li ser xwe zehmet bike. Dema mirov di necaseta avekê de bikeve gumanê ku eslê wê necis be, hukmê wê li ser wê eslê wê ye ku ew li serê bûye.
2. Desmêj bi ava Zemzemê çêdibe. Lewra sabit bûye ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda li ser wî bin] dêwlek26 ji ava Zemzemê xwestibû, ew jê re hatibû anîn, wî jî hem jê av vexwaribû, hem jî pê desmêj girtibû.(Ehmed riwayet kiriye.)