Xurme
>Çima jê re “zekata fitran” hatiye gotin? Lewra ew bi fitara ji Remezanê wacib dibe.
>Zekata fitran, li ser her mislimanî wacib e; ewê ku xwarina wî ji qûtê wî û qûtê xizanên wî yên roj û şeva îdê zêde hebe. Ewê saekê ji xwarinê derxîne.
>Divê zekatdar, fitra serê xwe, fitra serê jina xwe û fitra yên ku nefeqên wan li ser wî wacib e jî, derxîne. Mûsteheb e ku mirov fitra sêxlê di zikê dêya wî de jî derxîne.
>Delîla wacibbûna zekata fitrên ev rîwayeta Îbnûmer [Xuda jê razî be] e, ew dibêje: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] zekata fitrê saek ji xurmeyan, yan saek ji ceh li ser mirovê kole, yê azad, mêr û jinê, biçûk û mezinê misliman ferz kir û got; bila ew berî derketina mirovan ji nimêjê were dayîn.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine.)
Xurme
ceh
>Baştirîn wextê derxistina zekata fitrên, roja îdê, piştî derketina fecrê û berî nimêja îdê ye. Berî roja îdê bi rojekê, yan jî du rojan jî derxistina zekata fitrên durust e. Lewra sehabîyan wisan kiriye. Lêbelê dereng-xistina wê heta piştî nimêja îdê ne durust e. Lewra hedîsa Îbnûmer ya bûrî wisan ferman dike: «Bila ew berî derketina mirovan ji nimêjê were dayîn.»
>Di hedîsa Îbnebbas jî dibêje: «Kî, berî nimêjê wê eda bike, ew zekateke meqbûl e. Kî, wê piştî nimêjê jî eda bike, ew sedeqeyeke normal ji sedeqeyan e.» (Ebûdawud rîwayet kiriye.)
>Ji ber her ferdekî ve saek63 e. Ew ji xwarina mirovan çêdibe, her wekî birinc, xurme û genim.
>Lewra hedîsa Ebûseîd el-Xudrî [Xuda jê razî be] heye, dibêje: «Me di serdema pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] de roja [îda] fitrê saek ji xwarinê derdixist.»
>Ebûseîd dibêje: «Xwarina me ceh, mewîj, şûrtan û xurme bûn.» (Buxarî rîwayet kiriye.)
>Sae, li cem Henefîyan 3.25 kg e. Ew li cem cumhûrî 2.040 kg e. Ew bi çenga zilamekî normal çar çeng tê teqdîrkirin.
>x 4
>Yan
>Yan
>Sedeqa fitrê jî li her heşt sinifan diçe, ewên ku zekat ji wan re tê dayîn. Ew jî tevlî vê gotina Xuda Teala ye: {Sedeqe, bes ji bo feqîr û miskînan e.} [Tewbe, 60]
>1. Paqijkirina rojîgirî ji kelevajî û çêran e. Îbnebbas [Xuda jê razî be] rîwayet dike û dibêje: «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] zekata fitran ferz kir da ku ew ji bo rojîgirî bibe paqijkirina ji kelevajî û çêran66 û xwarin ji bo miskînan.» (Ebûdawud rîwayet kiriye.)
>Ev jî wiha ye: Rojîgir, bi pirranî nikare xwe ji keyf, axaftina pûç û xeberên bê feyde biparêze. Ev sedeqe, ji bo rojîgirî dibe paqijbûna ji van peyvên heram û mekrûh, ewên ku ew ketibû nav wan; ji xwe ew jî sewaba emelan kêm dikin û rojîyê eybdar dikin.
>2. Destferehî çêkirina ji miskîn û feqîran re ye û roja îdê jî temînkirina îhtiyaca wan e, da ku parsekîyê nekin. Lewra parsekî di roja îdê de zillet û perîşanî ye. Ji xwe roja îdê di eslê xwe de roja keyfxweşî û şadmanîyê ye. Da ku bi dana fitran ji bo wan ew jî di roja îdê de di keyfxweşîya mirovên din de bibin hevşirîkên wan.
>Esl, di zekatê de; deranîna wê ji eynê wî malî ye ku zekat têde wacib bûbe. Lêbelê heke îhtiyac pê hebe, yan mesleheta tercîhkar wê bixwaze, girtina qîmetê wê jî durust e.
>Esl, zekata mal ji selahîyeta îqtîdarê ye. Divê ew ji zekatdaran û teqdîra wan ya şexsî re nayê hiştin. Heke îqtîdar xwe ji vê erkê bide paş, hingê berpirsîya ferdî di stûyê her mislimanî de ye.
>Beranîna malên zekatê di projeyên ku menfîeta wan li mûsteheqan vedigere de durust e; dema cihê xerckirineke lezgîn nebe ku belavkirina di cih de ji bo malên zekatê bixwaze.
>- Zekat, heqê dewrî ye, di mal de qerar pê hatiye dayîn û ew bi awayekî eynî li ser mirovên ku dikarin wê bidin, wacib e.
>- Di mal de ji bilî zekatê hinek hiqûqên din jî hene. Ew nû peyda dibin û bi miqdarekî melûm jî nehatiye teqdîrkirin. Ew her wekî zekatê ne sabit in. Ew ne bi sebeb mal wacib in. Lêbelê ew bi sebebên arizî -nû peydabûyî- wacib in, mal jî ji bo wacibbûna wê şert e. Nimûneyeke wê; nefeqê dê-bavan, lêziman, jinê û rakirina zirarê li cem çêbûna karesatan e, dema jêderên malê beytûl-malê [xezîna dewletê] têrê nekin.
>- Bac, çendan bi edalet be jî zekatê ji ser mirov ranakin. Lewra zekat îbadetek ji îbadetan e; bac jî berpirsîyeke medenî ye, naxwe yek ji wan ya dinê ji holê ranake.