Meyît li ser textê şûştina xwe tê danîn
>Mûsteheb e, hazirbûna li cem wî kesê ku li ser wî elametên mirinê xuya bibin û bi gotina «La îlahe îllellah» di bîrxistina wî. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «La îlahe îllellah li cem mirîyên xwe bibêjin.» (Mûslim rîwayet kiriye)
>Dema ew bimire, bila çavên wî bigrin, wî bi cilekî binixumînin, li techîzkirina wî lezê bike, li ser nimêj bike û wî defin bike.
>Teğsîla [şûştina] meyît, kefinkirina wî, hilgirtina wî, nimêjkirina li serê û definkirina wî ferzûl kîfayet e. Dema hinek mirovên ku têrê dikin pê rabin guneh ji ser yên mayî radibe.
>1. Divê mirov ji bo şûştina meyît, mirovê pêbawer, emîn, adil û bi hukmên şûştinê zana, bibijêre.
>2. Di şûştinê de ewê ku meyît wesîyet kiribe, li pêş tê, paşê yê nêzîktir û yê nêzîk; dema bi hukmê şûştinê zana be. Heke na, ji bilî wî yekî ku bi hukmên şûştinê zana be, dê bikeve pêşîya wî.
>3. Mêr mêran dişoyê û jin jî jinan dişon. Mêr dikare jina xwe bişoyê û jin jî dikare mêrê xwe bişoyê. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji Aîşe [Xuda jê razî be] re got: «Zirar nade te, heke tu berî min bimrî, ez te bişom, kefen li te bikim, li ser te nimêj bikim, paşê ez te defin bikim.» (Îbnmace rîwayet kiriye)
>Her mêr û jin dikare zarokên kêmî heft-salî bişoyê. Jin û mêrê misliman nikarin kafiran bişon, cenazeyên wan hilgirin, wan kefen bikin û li ser wan nimêj bikin çendan wekî bavê nêzîkê wan be.
>4. Şehîdê cengê nayê şûştin, nayê kefenkirin û nimêj li serê nayê kirin; lêbelê ewê di cilên xwe de were definkirin.
>5. Dema seqt -ew cenîn e ku berî temambûna wî ji ber dêya diçe, çi kur be, çi keç be- bigihîje çar mehan, ewê were şûştin, kefenkirin û nimêj jî li sere tê kirin. Lewra ew piştî çar mehan dibe însan.
>6. Şert e ku ew ava ku meyît pê tê şûştin tahirker be, mûbah be. Divê meyît li cihekî nixumandî were şûştin . Divê ewê ku elaqeya wî bi şûştina meyît re nebe jî neçe wir.
>1. Meyît li ser textê şûştina wî tê danîn. Paşê ewretê wî tê nixumandin, paşê cilên wî jê tên kirin, ew di odeyekê û cihên wekî wê de ji ber çavên mirovan tê nixumandin.
>2. Mûsteheb e, mirîşo di halê şûştinê de kincekî li destê xwe bipêçe.
>3. Mirîşo serê meyît radike heta nêzîkê rûniştina wî. Paşê destê xwe di ser zikê wî de dibe û tîne û wî diguvêşe, paşê pêşî û paşîya wî paqij dike û necaseta li ser wan dişoyê.
>4. Ew nîyeta şûştinê tine û nave wî dibêje.
>5. Mirîşo wekî desmêja ji bo nimêjê desmêja meyît digre; lêbelê mezmeze [av li dev werdan] û îstinşaqê [av li poz werdan] na, mesihkirina dev û poz têrê dike.
>6. Mirîşo serê meyît û riha wî bi ava sidrê, yan sabûnê yan jî ğeyrê wan bişoyê.
>7. Mirîşo pêşî aliyê rastê meyît paşê jî alîyê çepê wî dişoyê, paşê cihê mayî ji bedena wî dişoyê.
>8. Mûsteheb e, mirîşo kafûrê bixe nav şûştina paşîyê.
>9. Meyît tê ziwakirin.
>10. Pora jinê bi kezî tê kirin û ew ji pişt wê ve tên berdan.
>- Di şûştina meyît de şûştineke tenê wacib e; dema pê paqijbûn hasil bibe. Lêbelê ya mûsteheb, sê şûştin in, çendan paqijbûn hasil bibe jî.
>- Dema şûştina meyît ne mûmkin be, ji ber nebûna avê, yan jî bi şewatê û tiştên wekî wê wicûda wî perçe bûbe, bi axê teyemmuma wî tê girtin.
>- Ji bo mirovê ku meyîtek şûştibe mûsteheb e, ew jî piştî şûştina meyît xwe jî bişoyê.
Meyît li ser textê şûştina xwe tê danîn
1
Mirîşo kincekî li destê xwe dipêçe
2
Mirîşo wekî desmêja jib o nimêjê desmêja meyît digre.
3
Mirîşo bi ava sidrê ser û riha meyît dişoyê
4
Mirîşo sere meyît radike
5
Mirîşo bi destê xwe zextê li zikê meyît dike û wê diguvêşe
6
Mirîşo rexê rastê meyît paşê jî rexê çepê wî dişoyê
7
Mirîşo meyît ziwa dike
8