Nimêja îstisqayê [baran-xwestinê]

1664
Baran xwestin
Li cem hişkesalî û kêmbûna baranê xwestina avdanê ji Xuda Teala ye.

Delîla meşrûîyeta nimêja îstisqayê

>Nimêja îstisqayê sunneteke mûekked e. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew kiriye. Wekî ku ev di hedîsa Ebdûllah kurê Zeyd [Xuda jê razî be] de hatiye, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] derket nimêjgehê, baran xwest, berê xwe da qiblê, kurkê xwe wergerand û du reket nimêj kirin.»
(Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Wextê nimêja îstisqayê

>Dema erd hişk bibe, baran neyê, ava kehnî û rûbaran kêm bibe yan jî çem biçikin û tişteke wekî van çêbibe, nimêja îstisqayê yanî baranê meşrû dibe. Mûsteheb e nimêja piştî hilatina tavê û bi qasî, rimekê bilindbûna wê, were kirin. Kêm-zêde bila ew wekî nimêja îdê piştî derketina rojê bi sêyeka saetekê be.

Cihê nimêja îstisqayê

>Sunnet e, ew di nimêjgehê de were edakirin; ne li mizgeftê. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ew li nimêjgehê eda kiriye. Lêbelê heke îhtiyac pê hebe, ew li mizgeftê jî tê kirin.

Sifetê nimêja îstisqayê

>1. Nimêja baranê, du reket e. Ew bê ezan û qamet tê kirin. Fatîhe têde bi eşkerehî tê xwendin.

>2. Nimêjker di reketa pêşî de piştî tekbîra îhramê heft tekbîran dide, di reketa duduyan de jî ji bilî tekbîra rabûna ji sicûdê pênc tekbîran dide.

>3. Nimêjker bi her tekbîrê re destên xwe radike, di navbera tekbîran de jî hemdê Xuda dike, pesnê wî dide û selewatan li ser pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] dide.

>4. Îmam piştî nimêjê xutbeyeke tenê dixwîne, têde zehf îstiğaran dike û zehf ayetên Qur’anê dixwîne. Paşê ew dûayên mesûr dike û di dûayan de îlhahê dike, nizmî, xizanî û rebenîya xwe li ber Xuda Teala îzhar dike, ew destên xwe bilind dike û di vê de zêde mûbaleğe dike.

>5. Îmam berê xwe dide qiblê û ebayê xwe werdigerîne, ew alîyê li ser rexê rastê tîne rexê çepê û alîyê li ser rexê çepê jî tîne ser rexê rastê û di navbera xwe û Xudayê xwe de dûa dike.

Hinek ji hukmên nimêja baranê

>1. Bila îmam berîya nimêja baranê weizan li xelkê bike, tobeya ji gunehan û derketina ji mezaliman bi vegerandina wan li xwediyên wan di bîra xelkê bîne ji bo dilên wan nerm bike. Lewra mesîyet û gunehkarî sebebê nehatina baranê ne. Tobe, îstiğfar [lêborîn xwestin] û teqwa sebebê qebûlbûna dûa û xêr û bereketê ne. Bila îmam xelkê ji bo sedeqeyan jî teşwîq bike; lewra ew sebebê rehmê ne.

>2. Bila îmam rojekê ji bo derketina nimêjê dîyar bike da ku însan jê re hazirîya xwe bikin.

>3. Sunnet e, mirov bi dilnizmî, xuşû, zarzar û rebenî û îzharkirina xizanîya xwe li ber Xuda derkeve nimêja baranê. Ji bo vê nimêjê xwe sipehîkirin û bêhna xweş li xwe dan jî ne meşrû ne.

>4. Lewra Îbnebbas di bara sifetê derketina pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji bo nimêja baranê de gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi xwe rebenkirin225, xwe nizmkirin û bi zarzar û laklak derket heta hate nimêjgehê.» (Ebûdawud rîwayet kiriye)

>Bila îmam destê xwe rake û di xutbeya îstisqayê [baran xwestinê] de zehf îstiğfar û dûayan bike.

Ya mûsteheb li cem hatina baranê

>Mûsteheb e, mirov di serê hatina baranê de li ber baranê raweste û xwe bide berê. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] wisan kiriye. Wekî ku ev yek di hedîsa Enes [Xuda jê razî be] de hatiye, gotiye; «Em bi pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] re bûn baran li me hat. Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] cilê xwe vekir heta baran lê hat. Me jê re got; ya pêğemberê Xuda! Te, çima ev kir? pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: “Lewra dema wê bi Rebbê wê Teala re taze ye.» (Mûslim rîwayet kiriye)

Baran ji kerema Xuda tenê ye

>Divê misliman bawer bike ku baran ji kerema Xuda û rehma wî ya li mexlûqên wî dibare. Ne wekî ku hinek dibêjin; “bi vê stêrê û wê stêrê baran li me barî!” Xuda me jê biparêze, ev şirk e!



Tags: