Leyletûl Qedr

5087

Çima jê re Şeva Qedrê hatiye gotin?

>1. Hatiye gotin: Ji bo mezinkirina wê, jê re şeva qedrê hatiye gotin.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Wan Xuda bi mezinahîyeke layîqê wî, ew mezin nedêriyane}[Enam, 91]

>2. Meneya ayetê ev e; ew xwedan qedr û qîmet e. Lewra Qur’an têde hatiye xwarê. Hem jî têde melaîket, bereket, rehm û meğfîret tên xwarê. Yan jî ewê ku wê îhya û sağ dike, pê dibe xwedan qedr û qîmet.

>3. Hatiye gotin; qedr bi meneya teng-kirin e. Lewra Xuda Teala dibêje; {Ewê ku rizqê wî hatibe tengkirin jî, bila ji wî malê ku Xuda daye wî, nefeqê wê bide} [Telaq, 7]

>Meneya tengkirina wê têde ev e; veşartina teyînkirinên têde ji zanînê ye. Yan jî ji ber ku erd ji melaîketan teng dibe, jê re şeva qedrê [şeva tengkirinê] hatiye gotin.

>Hatiye gotin; qedr bi meneya qeder e. Meneya wê jî ev e; hukmên wê salê têde tên teqdîr û teyînkirin.

>Lewra Xuda Teala dibêje; {Di wê şevê de, her karûbarê bi hikmet ji hev têne veqetandin} [Dûxan, 4](Fethûl Barî, 4/255)

Fezîleta Şeva Qedrê û mezinahiya wê

1. Têde Qur’an hatiye xwarê.

>Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Bêguman me ew di şeva qedrê de anîye xwarê} [Qedr,1]

2. Ew ji hezar mehan çêtir e

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Şeva qedrê ji hezar mehan çêtir e} [Qedr, 3]

>Yanî kar û emelê xêrê di şeva qedrê de ji kar û emelê xêrê yên hezar mehan çêtir e ku di wan de şeva qedrê nebe.

3. Melaîket û rûh têde tên xwarê

>Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje: {Melaîket û rûh têde bi destûra Xudayê xwe ji bo her karûbarekî têne xwarê} [Qedr, 4]

>Ji Rûh meqsûd, Cibraîl [silavên Xuda lê bin] e.

>Ji Ebûhûreyre [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Şeva Qedrê şeva bîst û heftan, yan jî bîst û nehan e. Melaîketê li erdê di wê şevê de ji hijmara ziğuran zehftir in» (Îbn Xuzeyme rîwayet kiriye)

4. Ew silav e

>Lewra Xuda [ezzewecelle] gotiye; {Ew silav e, heta vedana fecrê} [Qedr, 5]

>Yanî ew şev tev xêr e, ji serê wê heta bi vedana fecrê têde xirabî nîn e.

5. Ew şeveke mûbarek e

>Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje; {me ew di Şeveke Pîroz de şandiye xwarê. Lewra em bi wê mirovan hişyar dikin} [Dûxan, 3]

>Îbn Ebbas gotiye; ew şeva pîroz, şeva Qedrê ye.

6. Têde qederên salê têne teqdîr [dîyar] kirin.

>Lewra Xuda [ezzewecelle] dibêje; {Di wê şevê de, her karûbarê bi hikmet ji hev têne veqetandin}[Dûxan, 4]

7. Kî bi îman pê anîn û sewaba xwe li cem Xuda hesab kirin, şeva qedrê îbadet derbas bike, gunehên wî yên ku derbas bûne, jê re tên efûkirin.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, şeva Qedrê bı îbadet derbas bike, îmanê pê bîne û sewaba xwe li cem Xuda hesab bike, gunehên wê yên ku derbas bûne, jê re tên efûkirin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

Şeva Qedrê kîjan şev e?

>Xuda ev şev, bi eşkerehî kufş nekiriye; ji bo misliman di deh rojên dawîya Remezanê de bi taybetî jî di kitên wê de lê bigere. Ew şevên kit yên Remezanê jî şeva 21, 23, 25, 27, 29’an e.

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Di kitên deh rojên dawîya Remezanê de li şeva Qedrê bigerin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

>Ehlê îlmê delîlên wê tev berhev kirine û gotine; ew, di navbera wan şevan de tê guhastin.

Kar û emelên mûsteheb di şeva Qedrê de

1. Îtîkaf e

>Îtîkaf, di her deh şevan tevan de ye, ne ji bo şeva Qedrê tenê ye.

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] di deh şevên dawîya Remezanê de diket îtîkafê.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

2. Bi îman-anîn û sewab li cem Xuda hesab kirin, derbazbûna bi ibadetê ye:

>Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] gotiye: «Kî, bi îmanê pê anîn û sewaba xwe li cem Xuda hesabkirin, şeva Qedrê bi îbadet derbaz bike, gunehên wî yên ku derbas bûne, jê re tên efûkirin.» (Buxarî û Mûslim rîwayet kirine)

3. Dûa ye

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; min got, ya pêğemberê Xuda! Heke ez li şeva Qedrê rast werim, bila ez çi dûa bikim? Wî ji min re got: «Xudayê min! Tu, efûkar î, ji efûkirinê hez dikî, min jî efû bike.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

4. Şîyarkirina malbatê ye, ji bo zehfkirina îbadetê:

>Lewra ji Aîşe [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; «Dema deh şevên dawîya Remezanê dihatin, pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] cilên xwe li xwe dişidandin, şeva xwe ihya dikir û malbata xwe jî şîyar dikir.» (Buxarî rîwayet kiriye)

Elametên şeva Qedrê

1. Ew şeveke, ne germ e; ne jî sar e!

>Lewra ji Cabir kurê Ebdûllah [Xuda jê razî be] hatiye rîwayetkirin, gotiye; pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] got: «Min şeva Qedrê dizanîbû, paşê min ew ji bîr kir. Ew di deh şevên dawîyê de ye. Ew şeveke rehete, rohniye, têde ne germ e, ne jî sar e.» (Îbn Xuzeyme rîwayet kiriye)

2. Roj di sibeha wê de sipî bê tîrêj derdikeve

>Çi dema pirsa wê ji Ubeyy kurê Ke‘b [Xuda jê razî be] hate kirin; elametê wê çi ne? Wî got: «Ew bi wan elametên ku pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] ji me re vegotine, tê zanîn; li wê rojê, roj bê tîrêj derdikeve.»

>Di rîwayeta Mûslim de jî wiha ye: «Sipî ye, tîrêja wê nîn e.» (Tirmizî rîwayet kiriye)

Hişyari

>1. Divê misliman di deh şevên dawîyê de îbadetên curecur zehf bike. Lewra ew çêtirîn şevên salê ne.

>2. Divê misliman demên xwe yên baş û demsalên xêrê bi keyf, leystik, bazar û pirr çûn û hatina bê îhtiyac îsraf neke.



Tags: