Fîdye û hedîy

1465

Ya yekê; fîdye

Fîdye;
Ew tişta ku ji ber terka wacibekî, yan jî ji ber kirina qedeğeyekî li ser hacî, yan jî ûmrexwazî wacib dibe.

Ya yekê; Fîdya terka wacibî

>Kî, terka wacîbatekî ji wacîbatên hecê, yan jî ûmrê bike, her wekî wî yê ku terka şevbûrandina li Mûzdelîfê, yan porkurkirinê û ğeyrê van bike, fîdyek li wî dikeve. Ew jî xwînek e. Xwînek heftyeka hêştirekê ye [çi nêr be, çi jî mê be], yan heftyeka dewarekî ye, yan gîskek ji pez e, kavirek ji mêşanan e. Ew li herama Mekkê tê serjêkirin û li nav feqîrên wê tê dabeşkirin. Heke fîdye bi dest wî nekeve, ewê deh rojan rojî bigre; sê rojan li hecê bigre -heke îmkana wî çêbibe- heft rojan jî dema vegere nav malbata xwe, bigre.

>Xuda Teala dibêje: {Ewên ku nikaribin hedîyekê serjêkin, bila sê rojan li hecê û heft rojan jî dema vegeriyan malê xwe bi tevayî deh rojan, rojî bigirin. Evên ku hatin gotin, ji bo wan kesan e ku malbatên wan ne li dorhêla Mizgefta Heramê be. Xwe ji Xuda biparêzin û bizanin ku ezabê Xuda, ezabê dijwartirîn e} [Beqere, 196]

Ya duduyan; fîdya fiêla qedeğe

1.Fîdya lixwekirina cilên dirûtî, nixumandina serî, lixwe dana bêhna xweş, kurkirina porê û jêkirina neynokan e.

>Evê ha di kirina yekê ji sê tiştan de bi keyfa xwe ye:

>a- Rojîgirtina sê rojan e.

>b- Xwarindana ji bo şeş miskînan e. Ji bo her miskînekî nîv kulmek ji xwarina birinc û yên wekî wî ye.

>c- Serjêkirina pezekî ye.

>Delîla wê gotina Xuda Teala ye: {Heta hedîy negihîje cihê xwe, pora xwe kur nekin. Kî, ji we nexweş be, yan jî di serê wî de êşek hebe, divê wek fîdiya wê, yan rojî bigire, yan sedeqeyekê bide, yan jî hedîyekê serjêke} [Beqere, 196]

>Kî bi qesd qedeğeyekî ji her pênc qedeğeyên navbûrî bike, yan jî îhtiyaca wî bi kirina yekî ji wan çêbibe û ew jî wê bike. Wekî ku ji bo Ke‘b [Xuda jê razî be] hasil bûye. Hingê ewê fîdye bide û ewê bi navnîşan jî bike; fîdya eziyetê.

>Kî, bi ji ber jibîrkirinê yekî ji van qedeğeyan bike, tiştek li ser wî nîn e.

05_09_001-Clipping the nails.jpg

Jêkirina neynokan

05_09_002-Shaving or trimming the hair.jpg

Kurkirina porê

05_09_003-Using perfume.jpg

Bêhna xweş li xwe dan

05_09_004-Covering the head with close fitting  object.jpg

Nixumandina porê bi şepqê

05_09_005-Wears tailored or fitted garments.jpg

Lixwekirina cilên dirûtî

2. Fîdya mûbaşereta [çerm bi hev-gihandina] di ğeyrê quz de, cîmaa li hecê di piştî tehellûla yekê de ye

>Ev jî her wekî fîdya eziyeta bûrî ye.

3. Fîdya cîmaa li hecê ya berî tehellûla yekê ye

>Ew serjêkirina devehekê ye, heke ew wê peyda neke, bila ew sê rojan li hecê û heft rojan jî dema vegere nav ehlê xwe, rojî bigre. Ew heca wî îfsad dike, divê ew heca xwe temam bike û sala werê jî wê dîsa qeza bike.

4. Fîdya cîmaa di ûmrê de ye
05_09_006-Sheep.gif

Pezek e

>Ew pezek e û ûmra wî jî fasid e, divê ew wê qeza bike.

5. Fîdya kuştina nêçîrê ye

05_09_007-A camel.jpg

Hêştirek e

>Heke ew nêçîr, yên wekî wê hebin, ew bi keyfa xwe ye; yan bila yeke wekî wê derxe, yan bila wê bi dirheman binirxîne, bi bihayê wê jî xwarinê bikirre, xwarinê li ser kulman dabeş bike û ji bo her miskînekî du kulman (Mûddan; nîvê saekê ye. Ew jî kêm-zêde 1020 gram e.) bide. Yan jî bila ew ji ber her du kulman ve rojekê rojî bigre.

>Ji nêçîra ku yên wekî wê hebin meqsed; ewa ku hinekên piçekî dişibihinê, yan jî nêzîkî wê bin; ne ku meqsed jê, tibatib wekî wê be. Lewra ev ne mûmkin e.

>Nimûneya wê wiha ye: Heke ew nêçîra teyrê ne‘aman bike, di wê de yek ji hêştiran wacib e. Lewra têde şibiha hêştirê heye, yan jî ewê bihayê wê binirxîne, bi bihayê wê xwarinê ji birinc, yan jî genim bikirre û ji bo her miskînekî jê du kulman bide wan, yan ji ber her du kulman ve rojekê rojî bigre.

>Heke ew nêçîra kerekî wehşî bike, têde dewarek heye û her wiha ne, yên din jî.

>Heke ew nêçîr, yên wekî wê ji heywanên çarpê nebin, her wekî kuleh û çûkê beytik. Di vê de ew bi keyfa xwe ye; heke bixwaze, bila bi bihayê wê xwarinê bikirre û bide miskînan. Yan jî bila ji ber her du kulman ve rojekê rojî bigre. Ewê ku bihayê wê diyar bikin jî dê du mirov ji ehlê pisporî û edaletê bin.

>Eqda nîkahê di hec û ûmrê de ne sehîh e û têde fîdye jî nîn e.

Hinek ji hukmên Hedîyê

>Dema hacî qarin be, yan mûtemettî be, jê re durust e ku mirovekî din ji bo xwe bike wekîl ji bo di şûna wî de bi serjêkirina hedîyê rabe. Heke wekîl mirovekî pêbawer û ewle be. Ya baş; bila hacî bi xwe bi wê erka xwe rabe. Lewra pêğemberê Xuda [dirûd û silavên Xuda lê bin] bi xwe ew kiriye.

>Fîdye ji ber qurbanê ve çênabe. Lewra fîdye ji bo mûtemettîî ye. Herçî qurban e, ew hem ji bo hacî hem jî ji bo ğeyrê wî sunnet e.

Ya duduyan; hedîy

Hedîy;
Ew heywanên çarpê ne, yên ku ji bo xwe nêzîk-kirina Xuda Teala ji heremê re tên hedîyekirin, yan jî ewa ku bi sebeb temett‘ê, yan qîranê, yan jî îhsarê wacib dibe.

Cureyên hedîyê

1. Hedîya temettû‘ê û qîranê ye

>Li ser mûtemettîî û qarinî hedîy wacib e. Hedîy; pezek e, yan heftyeka hêştirekê ye, yan jî heftyeka dewarekê ye. Heke ew wê peyda neke, bila ew deh rojan rojî bigre; sê rojan li hecê û heft rojan jî dema vegere nav ehlê xwe. Ev li ser wî kesî wacib e, ewê ku ne ji ehlê Mekkê be. Heke ew ji ehlê Mekkê be, ji xwe hedîy û rojî li ser wî nîn e.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Kî bixwaze heta rojên hecê ji ûmrê sûde wergire, divê hedîyeke ku jê re hêsan be, serjêke. Ewên ku nikaribin hedîyekê serjêkin, bila sê rojan li hecê û heft rojan jî dema vegeriyan malê xwe bi tevayî deh rojan, rojî bigirin. Evên ku hatin gotin ji bo wan kesan e ku malbatên wan ne li dorhêla Mizgefta Heramê be} [Beqere, 196]

2. Hedîya tetewi‘ê ye

>Ew hedîya ku hacîyê mûfrid, yan jî ûmrexwaz bi rizamendiya xwe, yan jî mûtemettî û qarin zêdetirî ya wacib, yan jî mirovê ne di îhraman de wek hedîye ji Mekkê re dişîne ji bo ew were serjêkirin ji bo xwe pê nêzîkî Xuda Teala bike. «Pêğember [dirûd û silavên Xuda lê bin] sed hêştir hedîye dane» (Buxarî rîwayet kiriye)

>Hedîya tetewi‘ê, temettû‘ê û qîranê, ji xwediyê wan re durust e ku jê bixwe. Heta xwarina ji hedîya tetewi‘ê mûsteheb e; lewra pêğember [dirûd û silavên Xuda lê bin] jî ew kiriye. «Pêğember [dirûd û silavên Xuda lê bin] ferman da ku hinek goştê hêştirê bînin, anîn û ew goşt hate pehtin û ji şorba wê vexwar» (Tirmizî rîwayet kiriye)

3.Hedîya hîsarê ye

>Îhsar, mena ji temamkirina hec û ûmrê, yan jî ji herduyan pev re ye.

>Naxwe kî ji bo hecê, yan jî ûmrê îhraman li xwe bike, lê dijminek wî ji çûna Beytê asteng bike, yan jî tiştek lê peyda bibe, ew nikaribe bigihîje Beytê, hingê ewê li mekanê xwe hedîyekê serjêke. Paşê ewê ji îhramên xwe derkeve.

>Lewra Xuda Teala dibêje: {Heke hûn ji wan bêne astengkirin, ji heywanên ku dibine hedîy, hûn çi karibin, wê bikin hedîy.} [Beqere, 196]

>Hedîya îhsarê; pezek e, yan heftyeka hêştirekê ye yan jî heftyeka dewarekî ye.

Mekanê serjêkirina hedîyê

>Hedîya temettû‘ê, qîran û tetewi‘ê, di nav tixûbê Heremê de tên serjêkirin û li ser miskînên wê jî tên belavkirin. Heke ew hedîya xwe li derveyî tixûbê Heremê serjêke, ew çênabe.

>Hedîya îhsarê, li cihê ku têde hatibe îhsarkirin, tê serjêkirin.

Wextê serjêkirina hedîyê

1. Hedîya temettû‘ê, qîran û tetewi‘ê, ye

>Wextê wê ji piştî nimêja îda roja qurbanê destpê dike heta dawîya rojên teşrîqê roj biçe ava, dewam dike. Roja dawîya rojên teşrîqê jî roja sêzdehê ye.

2. Hedîya îhsarê ye

>Wextê wê li cem îhsarê ye.



Tags: